Ketim Derya vê Cîhanê
Ketim Derya vê Cîhanê
Min hilgirtin ah û xem
Ma mavê mirovan kanê
Ser min axîn çax û dem
Dil kovane bê dermane
Dame ber xwe bê hesab
Jîn Zindane bê wijdane
Çûk şikandin neşim rab
Gul çilmisan pel werandin
Nav Buhara baxê min
Babelîskê pel revandin
Çax Peyîze Sala min
Li Ezmanê min domane
Tewafa Bahoz û Ba
Birîn kûre binde jane
Can jêre min da buha
Şev dirêje bê dumahî
Ez çibikim eve hal
Me ber weşa negihayî
Xortanî çû bûme Kal
Ez kirim rengê hejaran
Felek li min Gurê har
Kirim rengê pîr û kalan
Dame ber xwe wek neyar
Çend derbas dibin li min roj
Hêvî di mînin xwezî
Dubare ne her min di soj
Temen borî ji min dizî
Bi çar êkê hezar caran
Hawar dikim qîr û lav
Min jê bese derbên giran
Ma xweda min nîne mav
كۆمێنت (0)
هێشتا چو كۆمێنت نینن