Ketim Derya vê Cîhanê Min hilgirtin ah û xem Ma mavê mirovan kanê Ser min axîn çax û dem Dil kovane bê dermane Dame ber xwe bê hesab Jîn Zindane bê wijdane Çûk şikandin neşim rab Gul çilmisan pel werandin Nav Buhara baxê min Babelîskê pel revandin Çax Peyîze Sala min Li Ezmanê min domane Tewafa Bahoz û Ba Birîn kûre binde jane Can jêre min da buha Şev dirêje bê dumahî Ez çibikim eve hal Me ber weşa negihayî Xortanî çû bûme Kal Ez kirim rengê hejaran Felek li min Gurê har Kirim rengê pîr û kalan Dame ber xwe wek neyar Çend derbas dibin li min roj Hêvî di mînin xwezî Dubare ne her min di soj Temen borî ji min dizî Bi çar êkê hezar caran Hawar dikim qîr û lav Min jê bese derbên giran Ma xweda min nîne mav
#0317
MAV
Share this article
Reference number: #0317
comments (0)
No comments yet