ده‌رباره‌ى مه‌

Nasname û Armancên Govara «Kurd Dîaspora»

Sekoyekî rewşenbîrî û civakî ye ku kurdan li seranserî cîhanê bi êk ve girêdidit.

Peyama Me

Govara «Kurd Dîaspora» sekoyekî rewşenbîrî û civakî ye, kar diket bo avakirina pira peywendiyê dinavbera kurdan li seranserî cîhanê û nasandina şiyan û serkeftinên wan bi cîhanê, herwesan nîşandana edeb û huner û keltûrê kurdî bi cîhanê, xizmetkirna zarok û gencê kurd.

Armancên Me

Girêdana Kurdan

Dirustkirna toreka peywendiyê dinavbera nivîser, hunermend û gencên kurd li seranserî cîhanê.

Parastina Nasnameyê

Karkirin bo zindî hêlana ziman, keltûr û dab û nerîtên kurdî dinav neweyên nû yên dîasporayê da.

Nîşandana Serkeftinan

Belavkirna çîrokên serkeftina yên wan kurdên ku di bwarên cuda cuda da li derve di serkeftîne.

Gotûbêja Arêşeyan

Behskirna arêşeyên koçberiyê û dîtina rêka çareyên guncay bi rêka şareza û akademiyanan.

Têbînî: Govar dê corawcor bîtin û hemî babetan bixove girit.

Yasa û Rênimayên Endambûnê (Bo Endamên Nû)

Bi xêr bêy bo nav xêzana «Kurd Dîaspora». Bo hindê ku govara me bi pîşeyî (profêşinalî) berdewam bît, hîvî ye evan xalan li ber çav bigrin:

Desteya Nivîsînê

Damezrêner û Rêvebera Cêbicêkar: Leyla Eskender Abdulaziz

Sernivîser : Maten Abdulazeez Rasheed

Berpirsê Malperê: Bilind Mistefa Salih

Dîzayner û Berpirsê Sosyal Medyayê: Kurdistan Selam

1

Rêzgirtin

Pêdivî ye hemî endam rêzê li bîruboçûnên cuda bigrin. Çi core bêrêziyek bi netewe, ol, yan regezî nahête qebûlkirin.

2

Bêlayenî

Govar yasayî û rewşenbîrî ye; ji ber hindê belavkirna babetên siyasî yên hizbayetî dinav karê me da nîne.

3

Kwalîteya Babetî

Her babetekê dihête nivîsîn, pêdivî ye ji layê zimanevanî û zanyarî ve yê dirust bît û xizmeta armancên govarê biket.

4

Rêkxistin

Bi hîç şêweyekî çi babet û çalakî nahêne kirin bêyî razamendiya rêveberê govarê û xudan îmtîyazê.

5

Mafê Parastinê

Hemî babetên di govarê da dihêne belavkirin, mafê wê bo govarê û nivîserî diparastî ye.

6

Hemahangî

Karê me bi tîm e, lewma her pêşniyarek yan rexneyeka avaker hebit, bi dilekî fireh dê wergirîn.

تیمێ سه‌ردبیرى

كارمه‌ندێن مه‌

له‌یلا ئه‌سكه‌نده‌ر

له‌یلا ئه‌سكه‌نده‌ر

خودان ئیمتیاز (كه‌نه‌دا)

مەتین عبدالعزيز رشيد ( وەرمێلی )

مەتین عبدالعزيز رشيد ( وەرمێلی )

سه‌رنڤێسه‌ر و ڕێڤەبەرێ دیجیتالا (کوردستان)

بلند مصطفى صالح

بلند مصطفى صالح

گەشەپێدەرێ فول ستاک - دیزاینەر

کوردستان سلام

کوردستان سلام

سکرتێرا نڤێسینێ یا گوڤارا زاروکان