Kerkûk: Di navbera nasname û hewldanên te'rîbkirnê da
Ew gohorînkarîya ku ji xiyaneteka Oktobera 2017ê li Kerkûkê qewimî, tenê gohorînkarîyekî serbazî nebu, nexêr belku seretaya qonaxekî nû bu ku kêşeya ew bajêrî dubare kurd bi kêşeya nêwbera nasname û deselatê. Kerkûk, ew bajêr e ku li mêjûwê da nek tenê navçeyekî girngî aborî ye, belê bi berdewam hewldraye bo te'rîbkirna wê û bo gohorîna dîmografyaya rêjeya pêkhatetan li ew bajêrî.
Li serdemê rîjîmê Saddam da, siyasetî te'rîb bi şêweyekî rêkxpêkirî cîhbicîh kra; Kurd bi zormalî ji şwênên wan derkran, û xêzanên 'Ereb hênane şwênên wan hemû maf û îmtîyazatekî pêdan. Ev proseyî nek tenê gohorînkarîyek bu li danîştwanî, nexêr belku hewldarek bu bo gohorîna nasnameya ew bajêrî.
Duvy 2003, hîwayek hebu bo çareserîya ew babetî li rêgaya destûr, bi taybetî maddeyî 140 ku bas ji “asayî kirn” û gerrandneweya hemû mafên Kurdî resenî ew parêzgayê dket. Belê bedaxewe ew maddeyî hîç katekê bi tewawî cîhbicîh nekra û êstayîşî legeldabît wek pêwîst kar pê naken.
Barûdoxê Kerkûkê li duvy sala ٢٠١٧ê
Li duvy Oktobera 2017, barûdoxê şarî Kerkûkê bi şêweyekî jiyawazter gohordra. Li rûyê fermîyewe, hîç siyasatekî “te'rîb” dubare dest pê krayewe û bi deyan xêzanên başûrî Îraqê lerêgaya hizb û hêzên çekdarên mîlîşyakên ser bi Îran nîştecih kran?. Dûvabedûvy ew xiyaneta mezin, gohorîna çendîn pile û postên îdarîyekan ji xelkî Kurd wergîranewe û 'Ereb û Turkman li şwênên wan danran!.
Gumanî têda nîye ew hewla şofînî bo lawazbûna rolî Kurd li damezrawekan, û gerrandneweya hendek xêzanên 'Ereb bi şêweyekî nayasayî, evan her hemûyan beşek bûn li proseyekî nû. Evme tenê kêşeyekî neteweyî nîye, belku li heman katda kêşeyekî na dadperweriyane ye. Çunku gerrandneweya her xêzanek dêt li çwarçêweyî yasa da bît û havseng bît legel gerrandneweya zîdatir li bîst (20) hezar xêzanên Kurd ku li duvy neskoya 1975 ragwastrawin bo şarên Hewlêr û Dihok û Silêmanî, ew çendeyîş gerek e biparêzît. Eger na, ew dbit e şêweyekî “te'rîb” ku bi bê rageyandin cîhbicîh dkrît.
Gavên rêgirtnê li pirojeya te'rîbê
Pirsî ragirtna "te'rîb" li Kerkûk û navçeyên tirên Kurdistanê, tenê pirsî nasname nîye, belku pirsî siyasî û yasaî û dîmografî ye:
• Yekem: Pêwîst e Kurd yekgirtû bin. Ji ber ku nakokîya navxoyî legel ew hemû hewlanên ku dijayetîya Kurdîamp pê dkrît, behêzterîn hawkar e bo zîdatirkirna projeyî te'rîb.
• Duwem: Piştîvanî li sîstemî yasaî bkrît, bi taybetî cîhbicîhkirna maddeyî 140î destûrî 'Îraqê, ku çareserîya Kerkûk û navçeyên kêşe li serekan destnîşan dket.
• Sîyem: Danîştwanî Kurd li ew navçaneda pêwîst e bgerrînrênewe û palpiştîya maddî û xizmetguzarîyan bo dabîn bkrît, çunke bi çolkirna navçekan ewkat rêge xoş dket bo gohorîna dîmograf.
• Çwarem: Karkirn li ser hoşiyarîya nîştimanî û parastna ziman û keltûr girng e, çunke "te'rîb" tenê gohorîna xak nîye, belku li heman katda gohorîna nasname ye.
• Pêncem: Pêwîst e hewlekî dîplomasîyî çalak hebît bo geyandna ev babetî bo komelgeyî nêvdewletî, bo ewê fşar drust bkrît li ser ew layenên ku projeyî "te'rîb" berrêve dben.
Encam
Be her hal: Eger Kurd li navxoda yekrêzîya nêw malî xoyan neparêzin û behêz nebin û stratejîyekî tukme û rûnyan nebît, "te'rîb" ewa bêşik berdewam dbit; belê yekgirtûyî, yasa û hoşiyarî dkarin rêgrî li ew projeyî bken.
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin