Buxur
Buxur giayek e li werzê beharê şîn dbit, Êzidî dînîn hişk dken û têkelî merasîmên xo yên olî krîye û li rêvrasmên xoda bkar dînîn. Buxur di mîtolojîya Êzidîyanda ramana wê ewe bo krinedera (derêxistina) gyanê şerxwaz û xrabîyê ye û tnê rê ddetê gyanê sûdbehiş bête d hindurê perwestegeha Laliş de, anko buxur paqijkrn e.
Ew kesê li perwestegeha Lalişê tawê (qapê) buxurê hlbgrt, dvêt ew kes şkestî bt çi kur yan kç bt. Şkestî anko nabt jîyana hevjînîyê pêkbînit û xo ji xoşî û lezetên dnyayê bêbehr dket û bo axretê kardket. Demê Sema olî li perwestegeha Laliş dête gêran, buxur dête hlkrn. Li êvarîên rojên çarşemba û înîya, day kabanê yan feqrayek tawê ku tîjî pelên agrî û kîskê buxurê (bêhnxoş) yê d destan daye û her bêhnekê pçekê buxurê berdete ser wan pelan û bêhna xo ya xoş wan aqdên xasa û perwestegehê xoş û b heybet dket.
Demê çrayên li Lalişê dêne gurî krn buxur dête hlkrn û demê Êzidî bzrî dbene perwestegeha Laliş, b tewa buxurê dête pêşwazîkrn û gelek rêvrasmên dî buxur dête bkarînan. Qewlê Şêx û Aqub pîrozîya buxurê wesa ddete dyarkrn:
Pra Seratê keske
Te bêhn ji buxur û enber û mîske
Dîndara Sltan Êzî ya b male û ya b rizqe
Gêçîn (Spîkrn b gêçê)
Li destpêkê mrov d nav şkeftanda jîyaye, pştî jîyana şkeftan mrovî dest b jîyana kştokalî krîye û li ser rubaran jîyaye. Li ser rubaran û dnav çiyayanda keş û hewa sar bû, mrovî vî demî mfa ji germîya rojê dîtîye bo xogermkrnê, ji ber hndê duca bo rojê dkrn. Jêderên dîrokî dyardken ku êkem duca mrovî krî ducaya rojhelatî û rojafayî bû. Bo zanîn hêş heman duca heta nha dête krn li nav Êzidîyan, pştî hngê perwestegehên rojê hatîne drwstkrn, avakrn û drwstkrna vî demî ya perwestegeha û xanîan ji lbna (kerpîç) bû.
D ola Êzidîyanda hndek dab û nerît hatîne gunehkrn d meha nîsanê da, wek veguhestna bûkê û avakrna xanîan d meha nîsanê da srwştî gunehkrîye neku olî, çunko d meha nîsanê da dawîya demê baranê ye, anko mrov nzanit çi gavê dê baran barît yan çi gavê sahî ye. Aqldaran ya danay mewdayê zvîstanê û baranaye û karê herîyê naête krn, çunko kayî nemaye bo drwstkrna kerpîça (Kerpîç = Ax + Av + Kayî) û şqle û madên hişk nînin bo drwstkrna xanîan.
Karê herîyê pştî meha nîsanê destpîdket û axkôlan helal dbt, çunko d meha nîsanê da nabt Êzidî erdî bkôln. D mîtolojîya Êzidîyanda hatîye erd li meha nîsanê drwst bwîye û erdê savaye, dbêjne vî nerîtî (Gêçîn) anko (Gêç).
Lcem Êzidîyan dbêjnê Gêçîna Khasa, anko qubên khasa pê dêne spî krn, ji êkî gulana rojhelatî destpîdket û xanîan sor dken b herîya nû.
Bo zanîn tawafa Gêçîn li gundê Dughata ser b nahîya Elquş dête krn.
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin