Nêçîrvanê xemanim ez
Nêçîrvanê xemanim ez
Ji roja ku xwedê ez da
Mirovek ber giranim ez
Li nav êş û ah û derda
Min şev dirêje bê dawî
Li min nayê şefeqa roj
Tim tarî ye bê ronahî
Tengav û xirab û tim doj
Min roj weke hev dubarin
Dijîm li gel kul û xeman
Sivik nabin her li darin
Çend diçin ev sal û zeman
Roj û meh û sal her yekin
Dirûşmek bê keyf û xweșî
Di burin lez di herikin
Nedan min carek dêmgeşî
Min war bû bingeha Kunda
Şîn û nifret ser dixwînin
Hêz kuştin nav zendê min da
Can û Ceger tev birînin
Ezmuna min nîne buhar
Ne gul û Nêrgiz ne Çîçek
Xemê dunyê jîna min xwar
Ser min komin zêde gelek
Emir burî ah û keser
Bi êş û jane dilê min
Por sipî bû çibkim qeder
Te kuştin tev omîdên min
Tu neyar bû li vê jînê
Te neda bar û pişka min
Dame ber xwe rik û kînê
Kel hiştin nav qirika min
كۆمێنت (0)
هێشتا چو كۆمێنت نینن