#0005

Gohorîna dirust ji naxê me destpêdket

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 28 May 2026 · 2 Xulekên xwendinê · 374 Dîtin
Gohorîna dirust ji naxê me destpêdket

Rahênen: Rojîn Amêdî

Gohorîna dirust ji naxê me destpêdket
Ptriya me mirovan bi berdewamî li duyf gohorînê dgerîyên. Em hez dkeyn barûdoxê me yê jiyanê bihête gohorîn, jîngeh û deuroberên me başter lê bihên, yan jî mirovên di jiyana me da bi dilê me bin.

Belê rastiyeka jîbirkirî heye, em hemî li gohorînê li derveyî xo dgerîyên, û kêm caran hizra wê çendê dkeyn ku klîla goherînê di destê me bxo daye û goherîn ji me destpêdket.

Boçî em li dervê lê dgerîyên?
Mirov bi suroştê xo hez dket li serkeftnên bilez bgerîyit. Bi sanahîter e bo me ku em gle û gaznda ji zorûfên zehmet yan ji reftarên kesên dî bkeyn, li şîna em berê xo bdeyne kêmasiyên xo.

Lê rastî ev e, heta dnaxê xo da em pîngavekê nehavêjin, cîhana dervê nahêt e goherîn.

Gohorîna dirust çi ye?
Gohorîn ne bitnê gohorîna keresta, cehî û mirovan e, belku ev xalên li xwarê ne:

• Gohorîna hizrkirnê, dîtna arîşeyan wek delîve bo fêrbûnê.
• Zvrîn bo naxî, nasîn û dîfçûna kêmasî û xeletiyên xo û karkrn li ser rastkrna wan.
• Berpirsiyaretî, qebîlkrna wê çendê ku ez bxo berpirsa reftarên xo û jiyana xome.

Eger te viya cîhana xo ya dervê bigohorî, ji naxê xo destpêbke.

Encamê gohorînê
Li duymahiyê, eger em di biryarên xo da di rastgof bin, dê bînîn ku demê ku hizr û reftarên me dihêne gohorîn naxê me dihête paqij krn, jiyan jî li ber çavên me jiwan dbit û dihête goherîn.

Cîhan bi gohorîna te dê hêt e goherrîn, ne bi goherrîna zorûfan û mirovan û keresta.

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0005
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (2)

ش
شه فين 28 May 2026

راستي توجهي مفاي و هه مي تيشت تو بيزي راستينه هه ر يأسه ركه فتيبي و ژياخودا كه يف خوشبي 💕💕

ف
فرمان 28 May 2026

ده ست خوش كوجامن يا خودان هزروبيريت زيرين