XEWNÊN BÊ SÎNOR
Ez û ba
û çend bablîsokan
li dor hev dizîvirîn
carcaran
bê şermî
me hev himêz dikir
gelawêja silbûyî
di bin konê şînê de
wêneyê dînîtiya me
dikirne ristik
hespa minî kumêd
di nava zîvronekên bîranînê
bê dawî de
westiya bû
wekî min
guve guve ba
kovenda bahoz û babilîsokan
çûkên min
dorpêç dikirin
bê çar
xilmaş dibûm
di nav xalên çavên te yê
şermînî de
çirûskên hêviyên min
di kûraniya xewnên bê sînor de
diciviyan
deng vedidan
reng didan
berû ezmanekî
sîng bi stêran xemilandî
koçber dibûn
تعليقات (0)
لا توجد تعليقات بعد