Da´işa serê Wisivê Brahîm jêkirin , kuştin Garis û Delef
Mal û mikêd me wêrankirin , birin namûs û hem şeref
Qey ew fedî nakin tên û di bêjin
( عفی الله عما سلف ) ؟
Em van kara ji wan re nahêlin heke li me vegeryan bedîl û xelef
Xan û manêd me wêran kirin , keç û jinêd me jî bi ser de
Bê mirada em kuştin li bin wê ala xwe ye reş û qer de
Ev ola geleke şîrîn û kevnar , wan di gote min : dev jê ber de
Ola hezarêd sala ji dem û wexitêd
Şehîdê bin cer ) de )
Tiştê bi serê me kirîn bagelîşka bi serê konê reş qet ne kirin
Wan bi kar û barêd xwe di qirêj jiyan li ber me reş û tarî kirin
Berê me dane welatêd xerîba , reciwa me ji warêd me qut kirin
li ( أمم المتحدة والمنظمات الإنسانية ) himber karêd wan xwe kor kerr kirin
تعليقات (0)
لا توجد تعليقات بعد