Cynoglossum creticum Mill.
Navê zanistî: Cynoglossum creticum Mill. | Kurdî: Zimanse, Zimankuçik
Danasîn û Taybetmendiyên Giştî
Zimanse(Cynoglossum creticum Mill.) kulîlkek ji malbata Zimanê Ga(Boraginaceae) ye. Ev cure yek ji cureyên nasnavên Cynoglossum e û navê zanistî yê wê ji aliyê giyanasê BirîtanîPhilip Miller ve di sala 1768an de hatiye weşandin. Plants of the World Online (Kew) evro evî navî wekî navê pejirandî qebûl dike.
Cynoglossum creticum cureyekî dusalî ye û belavbûna wê ya xwezayî ji herêma Macaronesia û Deryaya Navîn ber bi Asyaya Rojava û Navîn ve digihîje. Di daneyên Kew de Iraq jî wekî yek ji herêmên belavbûna xwezayî ya vê cureyê hatiye qeyd kirin.

Ji aliyê taybetmendiyên şêwezaniyê ve, ev cure bi bistîkên xwe yên rast, pelên dirêj û bi por û kulîlkên ku rengê wan ji pembe û spî ve ber bi şînê ve diguhere, tê naskirin. Reng û xêzên tarî yên li ser kulîlkan jî taybetmendiyên balkêş yên wê ne. Dirêjbûna wê 20 heta 80 cm. e.
Hebûna Cureyê li Kurdistan û Duhokê
Hebûna vê cureyê tenê bi navê belavbûna Iraqê ve nayê sînorkirin. Di lêkolîna zanistî ya Adel Mohan Adai, ku di Duhok Polytechnic University Journal of Pure and Applied Sciences de di sala 2017 de hatiye weşandin, Cynoglossum creticum Mill., yek ji heft cureyên malbata Boraginaceae ye ku di çarçoveya lêkolîneka gul û giya li gorî taybetmendiyên wan yên kîmyayî li Herêma Kurdistan de hatiye lêkolînkirin. Di vê xebatê de taybetmendiyên kimyayî yên cureyê bi rêya HPLC hatine vekolînkirin. Ev qeyd giring e, ji ber ku ji çavkaniyek zanistî ya ku bi taybetî li ser gul û giyayên Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, Cynoglossum creticum wek cureyekî lêkolînkirî tê naskirin. Lê ew nivîsar ku cihê vedîtinê û roja berhevkirina nimûneyê dide diyarkirin, bi awayekî ku em bikarin wê wekî “yekem qeyda Duhokê” binav bikin, nade.

Di rapora lêkolîna herêmên giring ji bo jiyannasiyê (KBA-K)li ser siriştê Îraqê (2008) de jî Cynoglossum creticum di nav lîsteya gul û giya de hatiye qeyd kirin; lê çavkaniya ku li kêleka navê cureyê hatiye nîşandan Flora of Iran e. Ji ber vê yekê ev belge hebûna cureyê di çarçoveya giyanasiya Iraqê de piştrast dike, lê bi xweber ne belgeya yekem qeyda Duhokê ye.

Di geşta xwe ya Duhokê ev kulîlk li çiyayê Beroşkê min wêne kiriye ku ev jî diyar dike, çiyayên derdora Duhokê jî yek ji cihên şînbûna wê li Kurdistanê ye.
Çavkaniyên sereke
- Miller, P. (1768). Cynoglossum creticum Mill., The Gardeners Dictionary, 8th edition, no. 3.
- Adai, A. M. (2017). “Chemotaxonomical study of the genera Brunnera, Choriantha, Cynoglossum, Solenanthus & Symphytum (Boraginaceae) in Kurdistan region of Iraq by using High Performance Liquid Chromatography (HPLC).” Duhok Polytechnic University Journal of Pure and Applied Sciences, Vol. 13.
كۆمێنت (0)
هێشتا چو كۆمێنت نینن