#0376

ÇAV

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 20 Oct 2026 · 1 خۆله‌كێن خویندنێ · 19 دیتن
ÇAV

Çav bûne Kanî rondik barandin
Li van rûbaran Çem jê şêlandin
Keser û kulên xerîbya xayîn
Ev Dil û Ceger xama alandin


Min kel girane qirik ma ziwa
Çav bi girîne hêstir lê nema
Hawar û gazî yezdanê mezin
Jana vî Dilî sînor lê nema


Min Rê tarî ye tim şeva reşe
Laşek lawazim mîna nexweşe
Dirûşmê kalan ser jiyana min
Hejar û reben mîna Keleşe


Belê koçberim penaberek jar
Min Dil û Ceger li ser pêta Ar
Hedar lê nîne ev jana giran
Ći hêz va nema mame bendewar


Felek te çi kir te war talankir
Ev emrê ciwan hemî wendakir
Jar û perîşan li ber dergehan
Berhemê salan terş û belakir


Min Axa welat Zîv û Zêrîne
Li ser vî Dilî Naz û Şêrîne
Heya hebim ez li vê Jiyanê
Kesera mine Dil ser birîne

ئه‌ڤى بابه‌تى به‌لاڤ بكه‌ ژماره‌یا ژێده‌رى: #0376
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

كۆمێنت (0)

هێشتا چو كۆمێنت نینن