Çav bûne Kanî rondik barandin
Li van rûbaran Çem jê şêlandin
Keser û kulên xerîbya xayîn
Ev Dil û Ceger xama alandin
Min kel girane qirik ma ziwa
Çav bi girîne hêstir lê nema
Hawar û gazî yezdanê mezin
Jana vî Dilî sînor lê nema
Min Rê tarî ye tim şeva reşe
Laşek lawazim mîna nexweşe
Dirûşmê kalan ser jiyana min
Hejar û reben mîna Keleşe
Belê koçberim penaberek jar
Min Dil û Ceger li ser pêta Ar
Hedar lê nîne ev jana giran
Ći hêz va nema mame bendewar
Felek te çi kir te war talankir
Ev emrê ciwan hemî wendakir
Jar û perîşan li ber dergehan
Berhemê salan terş û belakir
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin