Behayê Jinê û Kakilka Hevjîniyê
Jin yan afrat ew afrandiyya Xudayê ye ku xudan kesatiyeka jiyawaz e ji layê hest, hizr û reftaran ve. Lewra ya pêdvî bi serederiyeka nerm û dilsoz e. Hevjînî pirosayeka berdewam e di jiyanê da; di qonaxên xoş û nexoş da pêdvî ye hevjîn êkgirtî û wefadar bin. Ev pirosaye wek gulekê ye; pêdvî ye rojane girngi û çavdaniyekî taybet ji layê herdoo regezan ve pê bihête dan. Eger jin ji layê zelamî ve girngî pê nehête dan, dê şkestnê dlet û ev çenda dbit bbite egerê jnavçûna xêzanê.
Çavê Kêmasiyê yê Civakî li Ser Jna Berday
Demê pirosaya hevjîniyê tûşî şkestnê dbit û jin tûşî cudabûnê dbit, civak bi çavekî kêmasiyê berê xo ddete wê. Ev nêrîna nerînî ji hizr û bîrên xelet çêdbit, wekî: Jna berday ya xerab e û bikêr nahêt; ya digel kesê êkê neşiya mînit, neşêt gel yê dowyê jî bminit; jin neşêt xo bxudan bket bêyî kesekê dî; jin tenê wek şerm yan şeref û leş û hez tê dîtin; jin amêreyeke bo anîna zarokan tenê. Lê eger em li rastiyê binerîn, berovajî ye. Komeka arîşeyên derûnî, saxlemî, hest û sozî li pişt evê çendê hene ku pêdvî ye berî her qonaxeka nû ya jiyanê berçav wergirin.
Amadebûn Berî Pirosaya Hevjîniyê
Berî mirov bçitê d nav pirosaya hevjîniyê da, pêdvî ye ji layê derûnî, saxlemî û abûrî ve amade bit. Demê jin evan layenan baş dket, dê şêt jiyaneka saxlemter bo xêzana xo dabîn kyet. Ne merc e her jneka hate berdan xerab bit; jaran jêkcudabûn başter e ji mana wan pêkve. Eger hevbeşê jiyanê neşêt aramî, bawerî, hezjekirin, rêzgirtin, xerjî û hestên xoş dabîn kyet û bi erkên xo ranebit, çî jiwanî di jiyanê da namînit.
Doo Jorên Jêkvebûnê Di Nha Da
Jorê Êkê ew Talaqa Derûnî ye. Jin û zelam pêkve d bin êk sevqî da dijîn, lê çî danûstandn û viyan di navbera wan da nîn e. Bi tenê xaniyekî parve dken û xwarn û zarokan rêveben. Di evê rewşê da, zarok dbin qurbanê vê saratiyê û tûşî giriftên dildarî û civakî dbin.
Jorê Doo ew Cudabûna ser Kaxezê ye. Hevjîn d êk mal da nažîn lê ser laperî hevjîn in (ev çenda li Ewropa û nav me jî ya hey). Başiya wê ew e eger herdoo layen bzanin jêkvebûna wan başter e ji mana wan û ziyanê nagehîne zarokan. Lê nerîniya wê ew e ku herdoo hestê şkestnê dken, û jaran kerb dikevite navbera wan da eger êk ji wan berev hevpişkeka dî ve bçit. Ji layê derûnî ve ne drust e mirov êkser ji pirosayekê bçitê d ya dî da, çunkî pêdvî bi demê heye bo saxlebûnê. Ji layê abûrî ve jî astengiyên mezin çêdbin.
Pirsiyarek Bo Ramanê li Ser Abûriya Jinê
Eger to wek jin ji layê abûrî û darî ve te çî berdest nîn e, to dê şêy biryara jêkvebûnê key? Yan dê mînî û xo keye qurbanî jbo zarokên xo? Yan dê ser xo jiyana xo karkey jbo xêzaneka aram? Bo evê pirsiyarê, helbijartn di destê te da ye.
Hindek Ji Egerên Civakî yên Cudabûnê
Many common factors trigger separation, including: jêkvebûn jber xiyanetê; jber maytêkrna zêde ya malên baban; guhdana axftnên xelkî; diserhatinên li ser daxwaz û pêdvî yên jinê; kêşeyên li ser salon, zêr û jilkan. Gelek jaran şeredevên navbera xêzanên herdoo layan dbin egerê jêkvebûnê. Pêdvî ye ev çende hemî li destpêkê hatba gûtn da ku herdoo layen tûşî şokê nebin. Jiyan ew e to di xoşî û nexoşiyan da gel hevbeşê xo bî; xo eger jêk vebin jî, pêdvî ye rêzgirtin hebit.
Metresiya Berawirdkirnê (Hevberkrn)
Ji egerên dî yên sarbûna hestan ew e demê zelam hevjîna xo gel keseka dî ya dervê kar dket berawird dket û gazndan dket ku: "bhna xwarna ji te hêt, to neya jiwanî, to ne wekî destpêkê boy." Em hemî zanîn jna karê malê dket neşêt hemî dema mêkab krî bit yan jilên serencrakêş ber bin; jber ku jîngeha malê jodyaye ji ya karî. Ya normal ew e demê dçiye mal zarok wêrê bin, mal pîs krbit yan bhna xwarnê jê bêt, jber ku berpirsiyartiyên jinê jî geleken. Ez nabêjim paqijiyê bde layekî, belku ya hevseng be: paqijî, lêkdanê malê, girngîdan bxo û xêzanê ya pêdvî ye, û me hemîyan demekî taybet gel xo hebit. Demê mirov behayê xo ji xo wergriyit, wî demî jiyan têra me hemîyan heye ku bžîn.
Koment (2)
دەست خوش بەردەوامبە لسەر ئازراندنا ڤا بابەتێن گرنگ
دەستێن تە ساخ بن بابەتەکێ گەلەک د جهێ خۆ دایە،