#0044

Çuaremîn Fîstîvala Şel û Şepk û Cilûbergên Kurdî

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 14 Jun 2026 · 3 Xulekên xwendinê · 24 Dîtin
Çuaremîn Fîstîvala Şel û Şepk û Cilûbergên Kurdî

Cudatir ji salên borî, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li jêr dirûşmê (Welat dayik e û keltûr nasname ye) li 10'ê Xizîrana 2026'an ev fîstîvale hate encamdan.

Li sala 2023'an piştî nûjenkirna Qişla Zaxoyê, êkemîn fîstîvala cilûbergên kurdî li Zaxoyê hate encamdanê ji bo heyama du rojan li 25 û 26'ê Eylûlê.

Di wê fîstîvalê da ji her çar parçên Kurdistanê tîp û gûp û şêwazên li berkirna cilûbergên kurdî yên deverên Kurdistanê beşdar bûbûn, piştî ku bûye cihê sernicê û xelkekê zor seredana Zaxoyê kirî û bûye trendeka deverê di sosyal mîdya û ragehandna kurdî da, êdî ev bernameyê fîstîvalê ji bo salên duyv da jî her bi wî rengî û berfirehtir berdewam bû ji bo salên 2024, 2025, 2026.

Ew rehendê çuaremîn fîstîvala şel û şepkan ku li her du rojên borî cuda kirî ji fîstîvalên derbasbûyî, amadebûna rêzdar Serok Mesûd Barzanî û kesayetiyên digel da bûn ku bûn egerê paldaneka mezin ya mewnewî bo fîstîvalê û handana hemî kurdistaniyan ji bo pişkdariykirnê di fîstîvalên behît da, evca fîstîval bitnê wek trendeka deverê nema û derbas bû ji bo trendeka sertaserî ya parçên Kurdistanê û bûye cihê sernica dewletên deurober jiber ku Serok Barzanî bi amadebûna xo sengekeka cuda pêşkêşî vî fîstîvalê kir û renge li salên dahatû da wek fîstîvaleka nîvdewletî bihête nirxandin.

Girngiya vî fîstîvalê di wê çendê da ye ku saxkirna folklor, keltûr û bilndragrtna nasnama milletê kurd e. Jiber ku amadebûyên vî fîstîvalê bi rêjeya herî zor genc bûn û renge sê çarêkên wê ji kur û keçên her çar parçên Kurdistanê bin. Evca ev gencên pişkyar zanyariyên kirdarî li ser keltûrê xo werdgirn û aşnayî şêwazên liberkirna cilûbergên kurdî yên hemî Kurdistanê dibin, di encam da aşnabûna van gencan bi prensîp û adabên milletê wî û bilnd nirxandna wê dibit eger bo parastna van behayan û bilnd ragrtna wan û wekî pîroziyeka neteweyî berêxodanê bo bket. Herwesa peywendiyên berfireh û nû peyda dibin ji encamê kombûna wan li êk bajêr û wê pêşwaziya germ ya li êkdu dken û peywendiyên xort drust dibin, bi vî rengî fererehendiya rîtmê dîtniyê derdkevît, anku genc nabit gencekê bajêrperist belku dîtinên wî berfirehtir dibin û alûgorkirna di navbera bajêrên cudajuda da dket û nêrînên wî duyrtir û kuyrtir dibin.

Ew bajêrên pişkdariyê di fîstîvalê da krîn:

  • Mêrdîn
  • Amêdî
  • Barzan
  • Hawraman
  • Şariya
  • Qamişlo
  • Rewandiz
  • Soran
  • Silêmanî
  • Hewlêr
  • Dihok
  • Akrê
  • Kerkûk
  • Helebce
  • Zaxo

Herwesa tîpên hunerî yên pişkyar wekî:

  • Nîjêriya
  • Ermêniya
  • Rojhelat
  • Bakûr
  • Başûr
  • Rojava
  • gelek cihên dîtr
Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0044
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin