#0228

Nûjenkirina Avahî, Cihê Kar û Sîstema Xizmetguzariyê di Dezgehên Hikûmî yên Başûrê Kurdistanê de

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 27 Aug 2026 · 7 دقائق للقراءة · 83 مشاهدة
Nûjenkirina Avahî, Cihê Kar û Sîstema Xizmetguzariyê di Dezgehên Hikûmî yên Başûrê Kurdistanê de

Nûjenkirina Dezgehên Hikûmî: Pîvanên Bingehîn ji bo Rêvebirin û Xizmetguzariya Giştî

Dezgehên hikûmî bingeha rêvebirina civakê, parastina mafên welatiyan û pêşkêşkirina xizmetên giştî ne. Ji ber vê yekê, nûjenkirina dezgehên hikûmî divê ne tenê bi avakirina avahiyên nû an bi başkirina xuyabûna derveyî ya wan were pîvan kirin; belê divê avahî, cihê kar, kelûpel, amûrên teknolojîk, şertên karmendan, rêxistina xizmetê, tenahî, paqijî, nepenîtî, rêz, perwerde û mafên welatiyan hemû wek parçeyên yek sîstemê bên dîtin.

Di dezgehên wek mehkemeyan, navendên derxistina pasaport û belgeyan, navendên tomarkirinê û nivîsgehên rêveberiyên giştî de, cihê kar divê li gorî pêdiviyên karûbarê û rêzên jiyana nûjen were sêwirandin. Armanc divê ew be ku hem karmend di hawîrdoreke pispor û bê metirsî de kar bike û hem welatî xizmeta xwe bi rêz, aramî, lez û nepenî bistîne.

Rêgez û Pîvanên Serekî yên Nûjenkirinê

1. Amûrên bingehîn yên cihê kar

Her karmendê ku karê rêveberî dike divê xwedî komputer, çapker/printer û gihiştina scanner û amûra kopîkirinê be. Internet û pergalên elektronîk jî divê bibin beşeke asayî ya karê rojane.

Kêmbûna van amûran dibe sedema ku karên ku divê di hundirê dezgehê de bêne çareserkirin, derveyî avahiyê bêne kirin. Ev yek hem demê karmendan û hem demê welatiyan winda dike û pêvajoya xizmetguzariyê hêdî dike. Di serdema dîjîtal de, nivîsandina daxwazname û belgeyan bi destnivîs divê her ku gengaz be were kêmkirin û bi pergalên komputerî were guherandin. Dîjîtalkirina belgeyan dikare xeletiyên nivîsînê kêm bike, arşîvkirin hêsan bike, lêgerîna belgeyan bilezîne û rê li ber winda bûna dosyayan bigire.

2. Kelûpel û guncawiya cihê kar ji bo mirovan

Her karmend divê maseyek bikêr, kursiyek baş û cihê karê têr hebe. Cihê kar divê ji bo komputer, belge û amûrên pêwîst guncaw be û rêya tevgerê asteng neke. Ronahî, hewaya hundirîn, germkirin û sarkirin divê li gorî şertên herêmî û pêdiviyên karê bên rêxistinkirin. Ji bo karmendan jî divê cihê bêhnvedanê, ava vexwarinê û cihê guncaw ji bo xwarinê hebe.

3. Arşîv û parastina belge û agahiyan

Dezgehên hikûmî bi belge û agahiyên kesane yên hestiyar re dixebitin. Ji ber vê yekê divê dolabên ewle, odeyên arşîvê û pergalên hilanîna belgeyan bên peydakirin.

Belge divê ji şilbûn, agir, winda bûn û gihiştina bêdestûr bêne parastin. Di heman demê de, arşîva elektronîk divê bi pergalên ewle û rêxistinkirî were rêvebirin.

4. Veşartênên agahiyan

Di dezgehên hikûmî de welatî carinan agahiyên taybet ên malbatî, yasayî, aborî an nasnameyî pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê, divê ode an cihên taybet ji bo axaftinên kesane bên amadekirin. Cihê ku welatî pirsgirêka xwe pêşkêş dike divê ne li ber derî û ne jî li nav koma de be. Parastina nepenîtiyê mafekî bingehîn e û divê di rêkûpêkirina navxweyî ya dezgehê de were hesibandin.

5. Rêz û têgihiştin di navbera karmend û seredanan de

Di dezgehek hikûmî ya pispor de rêz divê ji herdu aliyan ve bê parastin. Karmend mafê xwe heye ku di hawîrdoreke aram û rêzdar de kar bike; welatî jî mafê xwe heye ku bêyî bêhurmetî û piçûkdîtin xizmeta giştî bistîne.Di heman demê de, welatî divê rêzê li karmend û rêgezên dezgehê bigire. Ji bo vê yekê, divê çanda karê li ser guhdarî, aramî, têgihiştin, ragihandina rast û çareserkirina nakokiyan ava bibe.Rêgez divê ji bo hemûyan yeksan bin. Kes divê ji ber nav, malbat, dewlemendî, têkiliyên kesane an cihê civakî xwedî kiryarek taybet nebe. Yasa divê ji bo karmend û welatî bi heman pîvanê bê pêkanîn.

6. Perwerdeya berdewam a karmendan

Karmend divê bi berdewamî bêne pêşxistin. Kurs û semîner divê li ser mijarên wek rêvebirina kar û demê, bikaranîna komputer û pergalên dîjîtal, parastina agahiyan, ragihandin bi welatiyan re, çareserkirina nakokiyan, yasa û rêzên rêveberî û çawaniya rêvebirina rewşên awarte bêne rêxistinkirin. Perwerde divê ne tenê ji bo karmendên nû be; divê wek bernameyek berdewam a pêşxistina jêhatî û çanda pispor were dîtin.

7. Cihê destavkirinê û şertên paqijiyê

Tuwalet beşek giring ji çavaniya avahiyeke hikûmî ye û divê wek mijareke piçûk neyê dîtin. Tuwalet divê paqij, parastî û bi ava domdar, destmal an kaxezên destşûştinê, sabûn û pêdiviyên bingehîn yên paqijiyê were dabînkirin.Di avahiyên ku malbat û zarok serdana wan dikin de, divê cihên taybet ji bo guherîna pampersên zarokan bên çêkirin. Dikare maseyên piçûk ên guherîna pampersê, ku bi dîwarê tên girêdan û ji materyalên guncaw tên çêkirin, bên bikaranîn. Ev cih divê paqij û bi awayekî taybet ji tuwaletê an li cihê guncaw bêne rêxistinkirin. Ji bo kesên bi astengiyên livîn an kemendam in jî divê tuwaletên guncaw hebin, da ku xizmeta giştî ji bo hemû kesan bi rêya wekhev were peydakirin.

8. Qedexekirina cixareyê di hundirê avahiyên hikûmî

Ji bo parastina tenduristiya karmend û seredanan, divê kişandina cixareyê di hundirê avahiyên hikûmî de bi awayekî zelal bê qedexekirin. Nîşaneyên qedexeyê divê li cihên xuya bên danîn û yasa ji bo hemû kesan bi heman pîvanê bê pejirandin. Avahiyeke giştî divê hawîrdoreke paqij û bê duman be, bi taybet î ji ber ku zarok, kesên pîr û kesên ku ji bo xizmetê tên jî di nav wan de hene.

9. Televîzyon û agahdariya di salonên bendewariyê de

Televîzyonên ku tenê li jorê maseya karmendan tên danîn, divê heke armanca wan ragihandina agahiyan be, li salonên bendewariyê û cihên ku seredan lê rûdin bên bidarvekirin. Ev ekran dikarin ji bo nîşandana hejmarên benda xizmetê, agahiyên giştî, yasayên dezgehê, demên xizmetê, rêberiya pêvajoyên rêveberî û agahiyên giring bên bikaranîn. Bi vî awayî teknoloji dibe amûrek xizmetê, ne tenê kelûpelek li ser maseya karmend.

10. Tabloyên agahiyan û rêberiya navxweyî

Di her avahiyeke mezin de divê Tabloyên agahiyan û nîşaneyên rêberiyê bên danîn. Welatî divê bêyî ku her car ji karmendan bipirse, bikare bibîne ku kîjan beş, ode an qata avahiyê li kû ye. Li deriyên her odeyê divê navê beşê, erk û heke pêwîst be navê karmendê berpirsiyar were nîşandan. Li deriyên avahiyê û salonên sereke jî divê nexşeyeke navxweyî an rêbernameya zelal hebe. Ev rêxistin tevliheviyê kêm dike, demê welatiyan diparêze û barê li ser karmendan kêm dike. Xala herî giring gelek bi tîpên aramî nizanin bixwînin!

11. Gihiştin ji bo hemû kesan

Avahiyên hikûmî divê ji bo hemû welatiyan bêne bikaranîn.Rêya hilkişîn û daketinê, asansor li cihên pêwîst, deriyên guncaw, tuwaletên taybet û rêyên ewle ji bo kesên bi astengiyên hereketê divê di sêwirana avahiyê de bêne hesibandin. Mafê xizmeta giştî divê ji şertên laşî yên kesekî re nebe asteng.

12. Elektrîk, enerjî û domdariya karê

Ji ber ku karên evro bi komputer û pergalên elektronîk ve girêdayî ne, domdariya elektrîkê girîng e. Di cihên pêwîst de divê çavkaniyên vebijark yên enerjiyê bên amadekirin û amûrên elektronîk ji qetîn û guhertinên elektrîkê bên parastin. Ev yek ji rawestandina karûbarên giştî û ji winda bûna agahiyan diparêze.

13. Tenahiya avahî û rewşên awarte

Her dezgeh divê ji bo agir, erdhej, tehdîd, pevçûn, birîndarbûn û rewşên din yên awarte planeke bersivê hebe. Rêyên derketina awarte, deriyên ewlehiyê, amûrên agirkuj, alîkariya yekem û rêbazên ragihandina rewşê divê bên diyarkirin û nîşankirin. Karmend divê bi rahênanên çalakî bizanin ku di dema metirsiyê de çi bikin, kî berpirsiyar e û çawa welatiyan ji cihê metirsiyê derxînin.

14. Çavdêrî û berpirsiyariya rêveberiyê

Nûjenkirin bi kirîna amûran bi dawî nabe. Divê rewşa avahî, kelûpel, amûr, paqijî, ewlehî, şertên karmendan û başiya xizmetê bi rêkûpêk bêne kontrolkirin.Her dezgeh divê berpirsiyariya xwe ya dabînkirin, parastin û nûjenkirina amûran bi zelalî zanibe. Li asta rêveberiyê jî divê pîvanên hevpar bên danîn da ku şertên dezgehên hikûmî bi standardekî yekgirtî bên nirxandin.Nûjenkirina dezgehên hikûmî li Başûrê Kurdistanê divê guhartina bingehîn tenê avahî an teknolojîk nebe. Divê ew guhartineka navxweyî, rêveberî, teknîkî, mirovî û yasayî be.Dezgeha hikûmî ya nûjen ew e ku karmend komputer û amûrên pêwîst di destê xwe de hebe; cihê karê wî guncawî ji bo mirovan be; belge û agahiyên welatiyan bên parastin; welatî û karmend ji hev re rêz bigirin; yasa ji bo hemû kesan yeksan be; karmend bi berdewamî bêne perwerdekirin; tuwalet û şertên paqijiyê li gorî پێdiviyan bêne amadekirin; ji bo zarok cihê guherîna pampersê hebe; kişandina cixareyê di hundirê avahiyê de bê qedexekirin; ekran û tabloyên agahiyan ji bo rêberiya welatiyan bêne bikaranîn; nîşaneyên her beş û qata avahiyê zelal bin û di rewşên awarte de planeke bersivê ya pêşwext hebe.Ji bo pêkanîna van pîvanan, pêwîst e ku standardeke yekgirtî ya avahî û navxweyî ji bo dezgehên hikûmî were amadekirin û berpirsiyariya dabînkirin, çavdêrî, parastin û nûjenkirina wan bi awayekî zelal were dabeşkirin.Armanca dawî ne tenê avahiyeke xweş û kelûpelên nû ye; armanc avakirina hawîrdoreke hikûmî ya pispor, ewle, paqij, dîjîtal, rêzdar û mirovnavend e.Dezgeha nûjen ew e ku karmend tê de dikare bi amûr û rêxistinê bixebite, welatî dikare xizmeta xwe bi rêz û nepenî bistîne û yasa ji bo hemûyan bi heman pîvanê were pejirandin.

شارك هذا المقال الرقم المرجعي: #0228
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

تعليقات (1)

E
Ezîz Xemcivîn 27 Aug 2026

Xwendineka berfireh, hem nirxandina rewşê ye… Dest xweşî li nivîskara gotarê dikim…