Navê dirêjtrîn nexoşî d cîhanê da çîye?, û çewa ev nexoşîe peyda dbit?
D cîhana pzişkî da, navekê hey d ferhenga Oxford da wek dirêjtrîn peyv hatîye tomar-kirn ku ji 45 pîtan pêkdhêt, ew jî: Pneumonoultramicroscopicsilicovolcanoconiosis
Ev nexoşîye, ku kurtkrya wê bi (Silicosis) dhête nyasîn, wekî çîroka mrovî û axê ye. Demê em behsa parçên "silica" dkeyn, em behsa tiştekî dkeyn ku 600 caran ji dava miyê mrovî bçûyktr e. Ev parçe hnda bçûyk e ku çav neşên bbînin, belê demê dçne dnav sîhan da, dben mîna xenjerên bçûyk û şaneyên sîhan brîndar dkeyn.
Peydabûna nexoşîyê
Demê ev parçe dgehne kwîratîyên hewayî, xaneyên bergrîyê yên leşî (Macrophages) hêrişê dkenê da ku jnav bben. Belê jber reqîya silica, xaneyên bergrîyê dpeqn û dmrn. Evê dbite egerê drwstbûna brînan dnav sîhan da. Sîh nermîya xo ji dest dden û mrov beref tenke nefesîyekeka djwar dçit. Toza silica ya dbite egerê vê nexoşîyê eve ew jorê krîstalî ye, yê ku dnav bera û axê da heyî. Metrsîya wê l wîrê ye demê dbite "toz" û mrov heldkêşit.
Mrov dşêt 10 bo 20 salan kar bket bêyî ç nîşan l def dyar bben, belê sîh d wî mawê da tuşî nexoşîyê dbin. Nexoş tuşî koxkekeka weşa dbit ku ç dermanên hefki çareser naket, çunkî kêşe ne tnê d hefkî daye, belku d kwîratîyên sîhan daye.
Çareserî û mana l ser jîyanê
Lê mxabin ç çareserî nînin, karesata mezin ewe, dema sîh req bûn (Fibrosis), ç rêka pzişkî nîn e wê reqbûnê bzvrînite haletê asayî. Tnê tiştê dhête krn ewe ku "nehêlyn xraptr lê bhêt". Eve nexoşîyeka pêşkefitî ye, wate eger mrov dest ji karî jî berdet, ew brînên dnav sîhan da her d mînin.
Mana l ser jîyanê eger nexoşî d qonaxên desbêkê da bhête destnîşan-krn, mrov dşêt çendîn salan bi saxlemîyekeka snwrdar bjît. Belê eger gehişte qonaxa pêşkefitî, rêjeya mrnê gelek ya blnd e eger çandna sîhan (Lung Transplant) bo nehête krn.
Kî jê qurtal bwîye?
Ew kesên ku dbêjin em jê qurtal bwîn yan xlas bwîn, ew in yên ku:
١- Zû hest pê krî l qonaxên desbêkê karê xo guhorî û xo ji tozê dûr krî.
٢- Parastna pîşeyî: Ew kesên bo demê 30 salan d kanyan da kar krî belê bi rêkopîkî maskên N95 bkar-înaîn, evê bi qurtal bwî dhêne hejmarn çunkî sîhên wan yên saxlem in.
Kî ptr d metrsîyê daye?
Ew kesên d van bwaran da kar dken pêdvîye gelek hşyarî xo bn:
١- Karkerên avahesazîyê (btaybet brîna berî û concreteî).
٢- Karkerên kanyên berî û lmî.
٣- Kargehên şîşeyî û ceramicê.
Rêjeya belavbûnê (Prevalence)
L ser astê cîhanê, dhête xemlandn ku bi mlyonan karker d metrsîyê dan e. L welatên pêşkefitî jber hebûna yasa-yên tnd û bkar-înana maskan, rêje gelek kêm bwîye (nêzîkî 1% bo 2% yê karkerên kanyan). L welatên d qonaxa geşekrnê da mxabin rêje gelek ya blnd e. Bo nmûne l Hindistanê yan hendek welatên Afrîqya, d hendek jorên karên kanyan da, rêje dgehite 30% bo 50% yê karkeran. Bi gştî l cîhanê salane ptr ji 100,000 kesan ji encamê vê nexoşîyê gyanê xo ji dest dden.
Sîhên me samanekê granbeha ne. Bla navê vê nexoşîyê tnê wek "dirêjtrîn peyv" bmînit û nebite metrsîyek bo ser jîyana te û xêzana te. Xwdê vê nexoşîyê ji me û her kesekî dwîrbêxit. Daxwaza min bo her kesekî xo bi parêzn û xo barastn baştr e ji çareserîyê.
Koment (5)
ده ست خوش سنور خان، هه ر يا سه ركه فتى بى 🙏🏻
ده ست خوش سنور خان، هه ر يا سه ركه فتى بى 🙏🏻
ده ست خوش سنور خان، هه ر يا سه ركه فتى بى 🙏🏻
Dast xosh galak basha bardawam ba
دەستخوش