#0017

Layê bi xêr yê internetê

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 02 Jun 2026 · 2 Xulekên xwendinê · 111 Dîtin
Layê bi xêr yê internetê

Aliyê Xêrê yê Înternetê

Pştî derkeftn û berbelavbûna internetê l seranserî cîhanê û bûye egerê gohorînekeka mezin d jîyana mrovan da û vekrna gelek dergehên nûwî yên baş û xrab bo jvatî, û pştî xwandn û berêxodana vê internetê ji gelek layan ve l domahîyê xelk gehiştne wê bawerîyê ku çewanîya bkarînana internetê dmînte l ser takî b xo ka her takekê jvatî ji layê xo ve dê ji bo çi merem bkarînit.

L vîrê armanja me ewe behs l layenekê wê yê erênî bkeyn ew jî layenê abûrî û bazrganî ye d internetê da ku ta wî raderî ya pêşkefitî xelk dşên l malên xo û b rêka laptop û mobaylên xo internetê bkene jêderekê dahatî û b rêkên drost pareyan pê b destvebînin.

Û ji wan rêkên gencên xodan şîyan bkardînin bo b destveînan parand d internetê da, programming, forex, krîna sehmên kompanyan, social media û peycên online, karkrna azad b şêwekê online û b dehan rêkên dî yên corawcor.

Gencên Kurd jî ji xêra vê internetê bêbehr nebûyne û hjmareka baş ya gencên jvatî berêxo daye vê xêrê û internetê bo merema bazrganîyê bkardînin û d serkeftî jî bûyne, û her gencekê dvêt berev bazrganîya l ser internetê bçit dşêt lêgeryaneka sade bo bket û demekî bo terxan bket dê bînit ku gelek dەرگەهێن باش yên l ser internetê heyîn û dşêt pîngava bo bhavêjit û xo têda şareza bket û bbitte êk ji wan kesên mfa-dar ji vê interneta mezin l cîhanê.

Lê jbîr nekeyn dgel vê hemî layê xêrê pêdvî ye genc yê agehdar bît û nehête serdâbrn çunkî ev bazrganîya l ser internetê ya vala nîn e ji fêlbazyan, û her soz deolemendîyekeka blez û bê weştîyan bhête dan yan daxwaza kujmekê pareyî bhête krn berî karkrnê dê bîtte جهێ gomanyê, vîca gelek ya grng e genc bêyî fêrbûn û şarezayî ç pîngavan nehavêjit û zanîyarîyên xo yên kesî û darayî bparêzît da ku ev layenê xêrê b xrabî bo nezvrît û tuşî şkestnê nebît.

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0017
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin