#0112

Rojava

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 15 Jul 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 2 Dîtin
Rojava

Rojava

Ji bûna jînê û hebûnê
Peydabûm li Bihemdunê
Li bin xetê û li her derî
Ez bûm dengê Xweyîbûnê

Warê her dem kesk û ava
Rojava me ronya çava
Min havêt ew Zinara reş
Nema çaxê qeyd û dava

Serbend

Rojava geş û zindî me
Ez Renaissanca çandî me
Hawara Mîr Celadet im
Ala zimanê kurdî me

Bi yekêtî û bi yekdengî
Namînin qeyd û astengî
Gel û welat hawardiken
Ev dubendî heta kengî ?

Vegeryane biyabanî
Revîn ew çetên biyanî
Bi hêza yekbûna kurdan
Azadbû şarê Kobanî.

Peyv: Edib Chalki
Awaz û stirîn: Narîn Feqe

Têbînî: Zinara reş, mebest jê: Zinara erebî ye.

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0112
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin