Şev tariye di vê şevê
Xew bi çavê mi nakevê
Bendî teme şev û roje
Lêv hinguva şêrîn devê
Gul sosinê
Dilê minê
Por zêrîna
Çav bikilê
Sebr û aram timî tiwî
Di jiyanê vejîn niwî
Tiwî xewna hemî sale
Ey nazika dêm pertewî
Di vê jînê
Gul nesrînê
Ez im dîlê
Wê nerînê
Di nêv gula tu sorgulî
Deng û awaz tu bilbilî
Bûme dîlê herdu çava
Jiyan bi te dixemilî
Tu sorgulî
Deng bilbilî
Bi lez ketî
Di vî dilî
Dil di eşqê har û dîne
Bejna zirav xeml û zîne
Mi dil da te,ma ji te re
Ger tu hatî xweş mizgîne
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin