#0346

Pora reş û tarî

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 11 Oct 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 31 Dîtin
Pora reş û tarî

Tarî tarî pora te reş
û tarî
Wek şeva bê heyv û tarî
Ji wan awirêd çavêd reş
Tîra Rustimê zal li dil barî


Dema te pişta xwe bi min kir
Barê derd û xema te li mil kir
Devê birîna dilê bi kul te vekir
Ev dilê rezîl bê te qet nikarê


Li ber pêlêd evîna te di herim
Li devê rê û kolanan li te di gerim
Li vê dinyayê wekî bê çav û serim
? Qey careke dî tu li min venagerî


Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0346
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin