#0346

Pora reş û tarî

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 11 Oct 2026 · 1 min read · 31 views
Pora reş û tarî

Tarî tarî pora te reş
û tarî
Wek şeva bê heyv û tarî
Ji wan awirêd çavêd reş
Tîra Rustimê zal li dil barî


Dema te pişta xwe bi min kir
Barê derd û xema te li mil kir
Devê birîna dilê bi kul te vekir
Ev dilê rezîl bê te qet nikarê


Li ber pêlêd evîna te di herim
Li devê rê û kolanan li te di gerim
Li vê dinyayê wekî bê çav û serim
? Qey careke dî tu li min venagerî


Heke careke dî tu li min vegerya ba
Dêm û gerdena spî liber çavan ba
Ev dilê bi evîn minê bi teve spart ba
Xwe gorî kirba wê pora reş û tarî

Share this article Reference number: #0346
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

comments (0)

No comments yet