Pîrî...
Nayif Mehmûd
Demjimêreka dirêje
Janên wî hestîkên laşê me dixwin
Êvariyeka bi jvan û gêje
Çirkeyên wê wek sala diçin
Her roj ew jiyê pora me sipî kirî
Ew barê pişta me xwil kirî
Axînkan bo avabûna rojê radhêlit
Da xatira xo ji ronahiyê bixwazit û
Berof gorê bê dergeh û pencer ve biçit
Pîrî...
Gopalekê dil şikestî ye
Ev gopal e
Dostê me yê her û here
Bi xêra wî
Pala me ya li kevriye
Wextê dikevîn
Ew jî darekê şikestî ye
Pîratiyê
Gencatiya emrê me bir
Kir defterek
Tijî bîrewerî û bîrhatin kir
Pîriyê ew jî bo me nehêla
Digel zêmarên wegherê
Emrê me hemî bin ax kir!
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin