#0311

Kurd Diyaspora, Diyardek(Sembol) ne tenê xemilandin e. Sembol peyamek e.

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 27 Sep 2026 · 4 Xulekên xwendinê · 65 Dîtin
Kurd Diyaspora, Diyardek(Sembol) ne tenê xemilandin e. Sembol peyamek e.

Kurd Diyaspora: Peyama Sembolan û Pirsgirêka Zimanê Nifşên Nû

Di van salên dawiyê de peyva diyaspora(Biyanistan) ji bo Kurdan bûye peyvek giring. Kurd li gelek welatên cîhanê dijîn û tevî dûrbûna ji axa xwe, bi ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe re têkiliya xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de, Kurd Diyaspora bi xwe wek platformeke ku dixwaze Kurdan li seranserê cîhanê bi hev ve girê bide, ziman û çanda Kurdî biparêze û dengê Kurdan li diasporayê, pênase dike.

Navê Kurd Diyaspora bi xwe peyameke zelal heye: Kurdên li derveyî welatê, lê ne ji nasnameya xwe dûr. Diyaspora tenê dûrbûna ji welatê nîne; ew jî bîranîn, ziman, çand, dîrok, malbat, nifş û girêdana mirovan e ku li cîhanê belav bûne.

Lê li vir pirsêk derdikeve holê: Dema nav, Kurd Diyaspora ye, nîşana wê divê çi bibêje?

Di diyardeka Kurd Diyaspora de pelê ku li ser logoyê hatiye bikaranîn, ji pelê kevot yê ku bi Kanada re tê nasîn re pir dişibe. Pelê kevot ji sedsala nozdehan ve wek semboleke nasnameya Kanadayê hatiye bikaranîn û îro di nav ala Kanada de jî cih digire.

Ev yek bi taybetî bala mirovan dikişîne, ji ber ku Kurd Diyaspora li Ottawa, Kanada hatiye qeyd kirin. Di vê rewşê de, pelê kevot dikare bi cihê ku platform lê hatiye damezrandin an lê dixebite re têkiliyek sembolîk çêbike. Lê divê em cudahiyekê biparêzin: Heta ku Kurd Diyaspora bixwe wateya logo an diyardekê eşkere neke, em nikarin bê belge bibêjin ku pelê kevot bi mebesta Kanada hatiye hilbijartin.Lê pirsê sereke hîn li cihê xwe ye:Ger ev Kurd Diyaspora ye, nîşana diyaspora li kû ye?

Di nav logoê de mirov dikare li pey nîşanên ku diyaspora nîşan dide bigere: Belavbûna mirovan li cîhanê, girêdana welatên cuda, rehên hevpar, ziman, çand, ax û nasname. Ji bo platformeke bi navê Kurd Diyaspora, hebûna nîşanekê ku hem Kurdîtiyê hem jî diyaspora bi awayekî zelal nîşan bide, dikare peyama logoyê bihêztir bike.

Sembol ne tenê xemilandin e. Sembol peyamek e.

Zimanê Kurdî: Bingehê nasnameyê ye!

Di nav vê gotûbêjê de mijara zimanê Kurdî divê cihê taybet hebe. Heke armanca Kurd Diyaspora girêdana Kurdan li seranserê cîhanê û parastina nasnameya wan e, ziman divê di navenda vê peyamê de be. Lê zimanê Kurdî li diyaspora tenê bi nivîsandina bi tîpên Erebî/Aramî nayê arastekirin. Ji ber ku Kurd li gelek welatan dijîn, nifşên ciwan yên ku li derveyî welat mezin dibin pir caran bi alfabeya Latînî hîn dibin û nikarin tîpên Erebî/Aramî bixwînin. Ji ber vê yekê, platformeke ku dixwaze bi hemû nifşên Kurd re têkilî dayne, divê Kurdiya bi tîpên Latînî jî bi awayekî berbiçav û rêkûpêk bikar bîne. Ev ne arişa cudakirina alfabeyekê ji alfabeyeke din e. Ev arişa ragihandina zimanê Kurdî ji nifşekê bo nifşek din e.Zarokek Kurd ku li Kanada, Ewropa, Amerîka an welatekî din mezin dibe, dibe ku Kurdî biaxive, lê nivîsandina bi tîpên Erebî/Aramî nizanibe. Heke em dixwazin ew zarok bi zimanê xwe re girêdayî bimîne, divê em rêyek ku ew dikare bixwîne û fam bike jî pêşkêş bikin. Ji ber vê yekê, Kurd Diyaspora divê ne tenê dengê Kurdên nifşên kevn bibihîze, lê zimanê nifşên nû yên diyaspora jî bibîne. Kurdiya bi tîpên Latînî dikare ji bo gelek ji wan zarokan deriyek be ku wan dîsa bi ziman û nasnameya xwe ve girêdide.Navê diyaspora bi xwe tê wateya belavbûna mirovan ji axa bingehîn re, lê ziman dikare ew belavbûnê nekeve nav jihevketinê. Ziman dikare pirek be. Ger Kurd Diyaspora dixwaze bibe platformeke ji bo hemû Kurdan li derveyî welatê, divê di ziman û nivîsê de jî vê cihêrengiya diaspora nîşan bide: Kurdiya bi tîpên Erebî/Aramî û Kurdiya bi tîpên Latînî, herdu jî wek beşên giring yên ragihandina zimanê Kurdî ne. Ji ber vê yekê, pirsa me tenê ev nîne ku “logo çi nîşan dide?”؛ pirsa din jî ev e:

“Ma logo, ziman û naveroka Kurd Diyaspora bi rastî hemû Kurdan yên diyaspora nîşan dike?”

Sembol ne tenê xemilandin e. Sembol peyamek e.

Heke nav, Kurd Diyaspora ye, divê mirov di nîşana wê de jî hest bike ku ev platform li ser Kurdan li diyaspora ye, ne tenê li ser cihê ku platform lê hatiye damezrandin.

Kurdîtiya wê li kû ye? Diyaspora li kû ye? Zimanê nifşên nû li kû ye?

Belkî logo dikare bi sembolekê ku rehên Kurdî, zimanê Kurdî û belavbûna Kurdan li cîhanê di heman demê de nîşan bide, peyama xwe zelaltir bike. Ji ber ku diyaspora tenê cihê ku mirov lê dijî nîne; diyaspora ew girêdana ku mirovan, tevî dûrbûna wan, bi nasnameya xwe ve girêdide. Ji ber vê yekê, logo divê ne tenê bibêje “em li kû ne”, lê herwiha bibêje:“Em kî ne, zimanê me çi ye û em çawa bi hev ve girêdayî ne.”


Şîlan Doskî

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0311
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (1)

م
مەهدی گلی 27 Sep 2026

دەست خۆش ، زۆر ڕاستە و هەر هبــی ..