Metin Warmeli
Sernivîskar û Rêveberê Dîjîtal Mîdyaya "Kurd Diaspora"
Bi navê Xudê
Xwînerên hêja, dostên peyv û ferhengê, evro em li ber destpêka qonagaka nû û pirojeyekê ferhengî yê mezin rawestiyane. Rageyandin û destpêkirna dîjîtîal mîdyaya "Kurd Diaspora" ne bitnê zêdekirna navekê nuy ye bo nav cîhana çapemenî û rageyandinê, belku avakirna pireka qayîm e di navbera rûha çiya û caddên henderan da ji derveyî welatî.
Hevdemiya destpêkirna karê vê mîdyayê digel roja 26î Gulanê, ku salvagera pîroz ya şoreşa Gulana pêşkeftinxwaz e, çendîn wate û peyamên kuyrên neteweyî digel xo heldgirt. Eger duhî li 26î Gulanê, bab û bapîrên me çek heldgirtibit bo berevanîkirnê ji man û nasnameya gelê Kurd, evro em di heman roj da destpêkirna şoreşaka nû û medenî li seranserî cîhanê radgehînin; showreşaka cîhanî bo parastna ziman, kultûr, edeb û mîjûuya pir şanaziya netewa Kurd.
Armanca sekoya Kurd Diaspora
Armanca me ya serekî di vê sekoya dîjîtalî da, gohorîna qelemî ye bo parêzerekê dilsoz bo parastna nasnameya xo li cîhanekê ku gohorînkarî lê zor in. Me divêt "Kurd Diaspora" birbte jêderekê zengîn bo revenda Kurdî li seranserî cîhanê, da ku tundter destê xo bi rih û rîşalên xo yên ferhengîve bgrin û nehilin babelîskên xerîbiyê wan berze bken.
Taybetmediya karê me ev e, ku em dibine dengê gehandna vî kelepuurê dewlemend bo nevîyên me yên dahatî li navxo bi taybet li henderan. Ew gencên ku li derveyî nîştimanî mezin dibin, pêtivî bi nasandna ciwanî û hêza edeb û dîroka xo hene. Me divêt wan fêrî wê çendê bkeyn ku zimanê wan yê dayikê, ne bitnê amrazekê axftnê ye, belku koçka wan ya parastna keramet, hebûn û nasnameya neteweyî ye.
Peyva dumahiyê û supasdarî
Ez bi navê tîma nvîsîn û berhemînanê, supasiya her kesekî dkem ku bi peyvekê, bi hzrekê yan bi pişkdariyekê pêşwazî li vê pîngava pîroz krî. Hîvîdarîn ev dîjîtîal mîdyaye bibite hevalê hewe yê nêzîk û tînuuya hewe bo zanîn û nasnameye bişkînit.
Bijît Kurd û Kurdistan,
Bilind û serferaz bit şoreşa medenî ya kultûr û zimanê Kurdî.
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin