#0285

Êdî Bese

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 16 Sep 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 81 Dîtin
Êdî Bese

Bû Hezar û Çarsed Sal

Bû hezar û çarsed sal
Em koçberin nîne hal
Xapandin van dijminan
Ez û Bira û Bav û Kal

Gotin hizra derewê
Em dan ser rêka xewê
Van dijmin û neyaran
Em kirin mîna Kewê

Kirin êxsîrê Holan
Tirb bi destê xwe kolan
Ji me dizîn ev welat
Milet kuştin bi koman

Di gotin em bira ne
Ji hevranê Çira ne
Lê derketin derewîn
Neyarê me kurda ne

Tirb kolên her navê min
Naxwazin hebûna min
Her bi navê OL û Dîn
Wêran kir dîroka min

Dîroka wan qerêje
Kevn ,xirab û dirêje
Rûreşin nav Cîhanê
Karê wan vê dibêje

Wan xwarin tev mafê min
Talan kirin warê min
Dagîrkerin dev bi xwîn
Zihakin ser Laşê min

Şiyar bin Kurdên bira
Bes bidin dûv mafxwera
Neyarê jîna mene
Vêxînin Find û Çira

Guh nedin galgalê wan
Hezar sale em xapan
Bi qal û qîlên derew
Em ji refa xelkê man

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0285
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin