Bû Hezar û Çarsed Sal
Bû hezar û çarsed sal
Em koçberin nîne hal
Xapandin van dijminan
Ez û Bira û Bav û Kal
Gotin hizra derewê
Em dan ser rêka xewê
Van dijmin û neyaran
Em kirin mîna Kewê
Kirin êxsîrê Holan
Tirb bi destê xwe kolan
Ji me dizîn ev welat
Milet kuştin bi koman
Di gotin em bira ne
Ji hevranê Çira ne
Lê derketin derewîn
Neyarê me kurda ne
Tirb kolên her navê min
Naxwazin hebûna min
Her bi navê OL û Dîn
Wêran kir dîroka min
Dîroka wan qerêje
Kevn ,xirab û dirêje
Rûreşin nav Cîhanê
Karê wan vê dibêje
Wan xwarin tev mafê min
Talan kirin warê min
Dagîrkerin dev bi xwîn
Zihakin ser Laşê min
Şiyar bin Kurdên bira
Bes bidin dûv mafxwera
Neyarê jîna mene
Vêxînin Find û Çira
Guh nedin galgalê wan
Hezar sale em xapan
Bi qal û qîlên derew
Em ji refa xelkê man
comments (0)
No comments yet