#0014

Di xelweya min da

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 02 Jun 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 106 Dîtin

Min ji vê jiyanê çi wane negirtin,
Çi peyvan ez fêr nebûm,
Ji bilî pîtên navê te.
Lewra destpêka hemî:

  • Helbest
  • Çîrok
  • Peyv û gazindeyên min

Bi pîta navê te dest pê diket.

Ji vê jiyanê min çi wane negirtin
Ji bilî eşqa te,
Hez û viyana şwînwarên te.
Herdem dubare dikem peyvên te.
Min dizanî ez yê parastî bûm
Bi laveyên te...

Nuke jî, herdemê
Diçim di mîhraba eşqa xudê da,
Dibime:

  • aşiqekê rê berze kirî
  • bulbulekê gul berze kirî
  • sofîyekê melîl
  • mirîdekê bê terîqe..

Bi salan dimînime di xelweya xwe da..
Lê bi tinê bi destên bilind ve gazî dikem bi navê te.

Belkî careka bi tinê jî
Ji banê bilind xudayê dilovan,
Bi viyan temaşeyî destên min yên vala biket..
Demî:

  • birawestînît
  • yan bizivirînît
  • yan min bînîte dîdara te...
Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0014
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin