#0330

keber, Flora Duhok

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 05 Oct 2026 · 7 min read · 90 views
keber, Flora Duhok

“Kulîlka Keberê di dermanên gelêrî de hatiye bikaranîn”, ne ku “ev riwek nexweşiyê derman dike.”

Navê Zanistî: Capparis spinosa L.
Kurdî: Keber, Margîr, Şefele, Şepelax, Kember

Kulîlka Keberê (Capparis spinosa L.) cureyekî ji malbata Keweran(Capparaceae) e. Navê zanistî yê cureyê ji aliyê Carl von Linné (Carl Linaeus, Carolus Linnaeus 1707-1778) Zanistyar, Siriştnas, Ajelnas û Giyanasê Swêdî di Sala 1753an de di Pirtûka “Species Plantarum” (Cureyên Giyayan) de hatiye weşandin. Ev cure, cureyekî pejirandî û Kurdistan jî di nav asta xwezayî ya belavbûna wê de cih digire.

Nasandina Kulîlka Keberê
Kulîlka Keberê (Capparis spinosa) bi awayekî gelemperî riwekek darik û tirraşok û şaxdar e, nizm û belavbûyî ye, şaxên wê dikarin li ser erdê belav bibin an ji ser zinar û dîwarên kevirî dakêvin. Li ser bingehê cure û koma kulîlka keberê, bi stiriyên piçûk yên li binê pelan ve ne, tên parastin. Pel bi gelemperî stûr, kesk û sade ne û forma wan dikare ji hêkî heta ber bi strî ve be. Taybetmendiya herî berbiçav gulên mezin û tenê ne. Gul li goşeya li navbera çiq, belg û bask de derdikevin û bi gelemperî spî ne. Çar pelên gulê hene û ji navbera wan nêrik an gupêkên pirjimar derdikevin. Takên dirêj yên spî, pembe an jî ber bi mor ve ne. Gulên Keberê ji aliyê hawirnasiyê ve jî balkêş in; Lêkolînek li ser bingeh û erkên wan nîşan dide ku gulên wê bi taybetî di demên şevê de çalakiyên taybet nîşan didin û riwek dikare di havîna hişk de bi vê rêbazê bi hawîrdorê re xwe biguncîne.

Fêkî û tov
Piştî kulîlkdanê, riwek fêkî çêdike. Fêkî bi gelemperî di şêwazê hêkî û dirêj an wekî kerrka zebeşî, kesk e û dikare li ser rûyê xwe xîçên dirêj hebe. Di hundirê fêkî de gelek tovên piçûk yên qehweyî hene û rengê nav fêkiyê wê de sor e. Di çavkaniyên giyanasî de ji bo C. spinosa fêkî bi qasî 1,5–4 cm, û di hin formên wê de heta 4,5 cm, hatiye diyarkirin.

Tomara Capparis spinosa li Duhokê
Hebûna Capparis spinosa L. li parêzgeha Duhokê bi belgeya zanistî hatiye tomarkirin. Mohammed û Akgül di lêkolîna xwe ya zanîna bikaranîna riwek ji aliyê mirovan ve ya Duhokê de cureyê di nav riwekên ku li herêmê hatine nasîn de qeyd kirine. Lêkolîn di navbera 2011–2012 de li parêzgeha Duhokê hatiye encamdan û di sala 2018an de hatiye weşandin.
Di tabloya nimûneyên wan de tomara Duhok–Bamernê bi awayê taybet hatiye dayîn:
Capparis spinosa L. — Kapar — Flower, Fruit, Root — Duhok–Bamarne — 37°7′15″N, 43°16′14″E — 15.06.2013.
Ji ber vê belgeyê, dikare bi delîla zanistî bê gotin ku _Capparis spinosa L. di floraya herêma Duhokê de hatiye tomarkirin û encama Bamernê ji bo wê belgeya herêmî ya giring e. Herwiha lêkolînek bi armanca vekolîna taybetmendiyên zanista û lêkolînan li ser jîndaran û kîmyayî yên C. spinosa kereste ji parêzgeha Duhok di rezbera 2008 de berhev kiriye û keresteya tevahiya riwekê ji bo nasandin û şirovekirinê hatiye parastin. Nasandin ji aliyê Prof. Dr. Shahbaaz, zanista nasîn, navkirin û dabeşkirina nebatan li gorî taybetmendiyên wan û têkiliyên wan bi hev re li Universityof Duhok, hatiye kirin.

Jîngeh û cihê mezinbûnê
Kulîlka Keberê ku bi şertên hişk, germ û kêm av baş diguncîne. Di çavkaniyên giyanasî de cihên kevirî, zinar, axa kevirî û rêyên beyar ji bo wê hatine qeyd kirin. Lêkolîna li ser belavbûna wê li Kurdistan û Iraqê jî nîşan dide ku cureyê di cihên pir hişk de mezin dibe û taybetmendiyên hem ji bo cihên bi av û şilbûna navîn û hem guncabûna riwekan ji bo cihên hişk û bêav nîşan dide.
Ji ber vê taybetmendiyê, li Duhokê jî divê lêgerîna wê bi taybetî li ser zinar, cihên bi kevir, şikestinên zinaran, zeviyên hişk û cihên ku riwekên din kêm in bê kirin. Ev encameke hawîrnasiyê ye, ne bi wê wateyê ye ku hemû van cihan wekî tomara rastîn ya cureyê hatine belgekirin.

Gul û fêkî li Duhokê ji bo çi tên bikaranîn?
Di lêkolîna zanista bikaranîna gulûgiya ya Duhokê de gul, fêkî û reh ji bo Capparis spinosa wekî beşên bikaranînê hatine qeyd kirin; lêkolînê herwiha navê herêmî Keber daye. Ji ber ku ev belge rasterast li ser Duhokê ye, ev çavkaniya sereke ye ji bo nivîsandina karanîna herêmî. Ji aliyê xwarinê ve, beşa herî naskirî ya C. spinosa bişkojên ne bişkiftî û ne gehiştî ne. Kew di çavkaniyên xwe de piştrast dike ku ev bişkoj di xwarinê de wekî tirşî ku di nav avexwê û sîhikê de tine amadekirin û têne xwarin. Di kurdewarî de jî fêkiyê wê li hin herêman dikene tirşî an jî pel û kulîlkên wê dikelînin û ava wê jibo kesên bayî li ser leş bikar tînin. Di karanînên berê de ya Iraqê de jî Kew gelek beşên nebateyê di nav wan de bişkoja nebişkiftî, gul, fêkî, reh wekî beşên ku di dermanên gelêrî de hatine bikaranîn qeyd dike. Ev çavkaniya giştî ya Iraqê ye û divê ji belgeya taybet ya Duhokê cuda bê naskirin. Di herêma Soranê ya Kurdistanê de, lêkolînek zanistî ya 2023an li ser C. spinosa bi navê herêmî Giyamergere qeyd dike. Di wê lêkolînê de pel, fêkî û gul hatine bikaranîn û avê de hatine kelandin wekî awayê amadekirinê hatiye qeyd kirin. Lêkolîn karanîna kurdewarî ji bo çend pirsgirêkên tenduristiyê rapor dike. Ev belge ya Soranê ye, ne tomarek taybet a bajarê Duhokê; ji ber vê yekê divê di babeta Floraya Duhokê de wekî belgeya karanîna herêmî ya Kurdistanê were pêşkêşkirin, ne wekî belgeya Duhokê.

Girîngiya fêkî û gulê
Di navbera gul û fêkî de cûdabûnek giring heye. Kulîlkên nebişkiftî û negihîştî beşa herî naskirî ya xwarinî ye; ev bişkoj piştî berhevkirinê dikare bi xwê, sîhikê an rêbazên din ên parastinê bên amadekirin. Fêkî jî dikare were bikaranîn, lê karanîna wê ji herêmekê bo herêmekê diguhere. Di Duhokê d e, çavkaniya zanistî de bi eşkere fêkî di nav beşên ku tên bikaranîn de dide.
Karanîna dermanî: zanîna gelêrî û zanista nûjen
Divê di nivîsa akademîk de du qadan ji hev bêne veqetandin. Karanîna dermanî ya gelêrî dikare bê belgekirin, lê ew bi xwe nayê wateya ku bandora dermanî ji aliyê bijijkî ve hatiye piştrastkirin. Lêkolînên kîmyayî û dermannasî li ser C. spinosa gelek pêkhateyên kîmyayî yên giya û çalakiyên jiyannasî lêkolîn kirine. Di Iraqê de jî lêkolînên azmûngeh li ser fêkî û tovên wê hatine kirin. Ji ber vê yekê, di babeta Floraya Duhokê de baştir e bê gotin “di dermanên gelêrî de hatiye bikaranîn”, ne ku “ev riwek nexweşiyê derman dike.”

Parastina Keber li Duhokê
Her çend Capparis spinosa li asta cîhanî di Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Xwezayê (IUCN) de wekî kêmtirîn nîgeranî (Least Concern (LC)) hatiye nirxandin, ev nayê wateya ku her serjimara herêmî li Duhokê bê parastin e. Kew vê rewşê ji bo cureyê di asta cîhanî de dide, lê şertên herêmî dikarin ji cihêkê bo cihêkî din biguherin. Ji bo Duhokê, parastina wê divê li ser van bingehan bê avakirin:
Cihên xwezayî yên ku barûdoxa wê hene neyên hilweşandin. Ji kokê bina wê neyê derxistin, ji ber ku ev dikare bina wê bi temamî bikuje. Di dema berhevkirina bişkojên wê ji bo xwarinê, hemû bişkoj neyên rakirin, da ku bina wê karibe kulîlk û tov çêbike. Ji bo tomarkirina belavbûnê nimûneyên komkirina giyayên hişk bi cih, dîrok, bilindahî û mijara rast bêne berhevkirin. Di cihên wekî Bamernê de ku tomara zanistî heye, ji bo wêneyên her sal, jimara kesan û şertên jîngehê bêne qeyd kirin.
Ev rêbaz ji bo parastina cihê xwezayî û domandina serjimarê giring in, nemaze ji ber ku berhevkirina domdar a bişkojên negihîştî dikare li ser nemana wê li paşerojê bandorê bike.
Ji ber taybetmendiyên wê yên giyanasî, karanîna bişkoj û fêkî di xwarinê de, û hebûna wê di zanîna dermanî ya gelêrî de, Capparis spinosa dikare wekî yek ji wan gulûgiya bê dîtin ku girêdana di navbera floraya xwezayî, zanîna gelêrî û çanda xwarinê ya Duhokê de nîşan dide. Lê di nivîsa zanistî de divê her karanîn li gorî cih û çavkaniya xwe bê naskirin: Duhok, Bamernê û Soran divê wekî sê astên cuda yên belgekirinê bêne parastin.

Çavkaniyên bingehîn
Mohammed, F. S. & Akgül, H. (2018). Ethnobotanical Analysis of Cultivated and Indigenous Plants in Duhok Province in Iraq. Turkish Journal of Agriculture – Food Science and Technology, 6(9): 1191–1195. DOI: 10.24925/turjaf.v6i9.1191-1195.1994.
Fici, S. (2014). A taxonomic revision of the Capparis spinosa group (Capparaceae) from the Mediterranean to Central Asia. Phytotaxa 174: 1–24.
Zokian, S. A. Morphological, Anatomical Study and Geographical Distribution in Iraq of Capparis spinosa L. Iraqi Journal of Science 56(1A): 100–104.
Abdulwahid-Kurdi et al. (2023). Ethnobotanical investigation in Soran district, Iraq. Journal of Pharmacy & Pharmacognosy Research 11(1).
Royal Botanic Gardens, Kew. Plants of the World Online — Capparis spinosa L
Royal Botanic Gardens, Kew. Medicinal Plant Names Services — Capparis spinosa.

Share this article Reference number: #0330
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

comments (2)

E
Ezîz Xemcivîn 05 Oct 2026

Ez bawer nakim di Kurdistanê hemûyî de kesek mîna te bikaribe xwe evqasî mijûlî evan babetên pir giring bike... Xebateka akadîmî, zanistî bi belge û bi zanîn hatiye nivîsandin... Spas pispor û gulnas mamoste Şîlan Doskî Spas ji bo Kurddiyaspor

م
مەهدی گلی 05 Oct 2026

دەست خۆش خانما هێژا .خۆزی مە هندەګ خاندەڤان هەبان و ئەف جۆرە بابەتە خواندبان و سودەڪ ژێ وەرگرتبانا ....