#0258

Xezîneyek veşartî di çiyayên Duhokê de

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 07 Sep 2026 · 5 Xulekên xwendinê · 102 Dîtin
Xezîneyek veşartî di çiyayên Duhokê de

Dîroka Tomarkirina Florayê li Duhokê û Belgekirina Centaurea tomentella Hand.-Mazz.

Lêkolîneke zanistî li ser dîroka giyanasî ya herêmê û tomarkirina Çavbeloka Bakurê Kurdistanê

Destpêka Tomarkirina Giyanasî li Duhok û Deverên Derdorê

Duhok û deverên çiyayî yên derdora wê ji demên kevn ve di lêkolîn û tomarkirina flora de cih girtiye. Di çavkaniyên giyanasî yên klasîk de navên cihên wek Amadiya(Amêdiyê), Zakho(Zaxo) û deverên çiyayî yên nêzîk ji bo diyarkirina belavbûna cureyên zindî hatine bikaranîn. Ji ber ku gelek ji van çavkaniyan li ser berhevokên berê yên giyanasî û nimûneyên komkirî yên giyayên hişk ava bûne, dîroka tomarkirina flora ya herêmê ji dîroka damezrandina beşê komkirina giyayên hişk yên dar, gul û giyayên nû, cuda ye.

Ji bo vê yekê sala 1966an, ku berhevokên yekemîn ya Flora hate weşandin, divê wek destpêka giyanasî li Duhokê neyê hejmartin. Ew tenê destpêka weşana yek ji projeyên sereke yên pisporî yen gul û giya, agahiyên wê ji berhevok û lêkolînên berê ji mifa wergirtine. Di lêkolînên nû de, nimûneyên komkirina giyayên hişik yên gul û giya ji Duhok û deverên wê bi navê zanistî, cihê berhevkirinê, bilindahî, dîrok û agahiyên jîngehî têne belgekirin. Ev rêbaz rê dide lêkolîneran ku belavbûna cureyan bi belgeyên nimûneyî û komkirina giyayên hişk were piştrastkirin.

«Tomarkirina giyanasî ya Duhokê beşek ji dîroka dirêj ya vedîtin û belgekirina flora ya çiyayên herêmê ye; lê sal û belgeya yekemîn ya Duhokê hê bi awayekê rast û zelal nayê diyarkirin.»

Centaurea tomentella Hand.-Mazz. (Çavbeloka Bakurê Kurdistanê)

Navê zanistî yê Çavbeloka Bakurê Kurdistanê (Centaurea tomentella Hand.-Mazz.), ji hêla giyanasê Nemsayî Heinrich Raphael Eduard von Handel-Mazzetti ve hatiye tomarkirin. Ev nav sala 1913an di kovara zanistî ya bi navê Ann. K. K. Naturhist. Hofmus (Salnameyên Muzexaneya dîroka Xwezayî ya Viyena) de hatiye weşandin. Cureyek ji cinsê Strîyan (Centaurea L.) û ji malbata Stêregulan (Asteraceae) ye. Li gorî Plants of the World Online (POWO) ya Royal Botanic Gardens, Kew, ev nav niha wekî navê pejirandî tê naskirin.

Centaurea tomentella Hand.-Mazz. cureyekî endemîk an xwemalî ji Bakurê Kurdistanê ye. Di çavkaniyên giyanasî de belavbûna wê ji Semsûr, Gurgum û derdora Meletî hatiye tomarkirin. Uysal, Çelik û Özkan (2006) dibêjin ku cureyê bi koma heman cureyî ku li herêmekê dijîn, piçûk û belavbûneke teng, di bilindahiyên nêzîkî 600–1400 m de, bi taybetî li deverên hişk û li ber rêyan tên dîtin. Nimûneyên wan ji devera Meletî–Darende, li bilindahiya 1270 m, hatine berhevkirin.

Tomarên giyayên hişk yên kevn jî giring in. Di beşê komkirina giyayên hişk ya Royal Botanic Gardens, Kew de nimûneyek parastî ya C. tomentella heye ku di 23ê Tîrmeha 1952an de li Gurgum, Çardax, nêzî Findik, di navbera Çardax û Koksen de ji aliyê Davis, Dodds û Çetik ve hatiye berhevkirin. Ev nimûne bi tomara hejmara K002100992 hatiye tomarkirin. Herwiha lêkolîna Duran, Dinç, Martin û Öztürk (2006) tomarê Mereş–Koksen, Tunnela Püren, 1500 m, 15.08.2004, bi hejmara berhevokên A. Duran 6862, qeyd dike. Ew jî belavbûna cureyê li herêma Mereş piştrast dike. Di lêkolîneka sala 2006an de jî C. tomentella wek endemîk hatiye nîşandan û nimûneyek ji 4 km bakurrojavayê Wêranşar ku Navçeyeke girêdayî Meletiyê ye ber bi Polatê, Meletî, 1000 m, di 6ê Tebaxa 2002an de hatiye berhevkirin. Ev tomarên kevn û nû bi hev re nîşan didin ku Centaurea tomentella ji bo floraya Bakurê Kurdistanê cureyekî bi komkirina giyayê hişk, bi belge û bi belavbûneke herêmî ye.

Lêkolîna cureyên Centaurea ji bo flora ya Duhokê giring e, ji ber ku deverên çiyayî û daristanî yên vê herêmê cihên jîngehî û zanista li ser cureyên gul û giya cuda ne. Ji bo nasîna cureyê, çavkaniyên navandin, lêkolînên cûrenasî û nimûneyên komkirina gul û giyayên hişk bi hev re giring in.

Centaurea tomentella wekî giyayek dusalî (biennial) hatiye tomarkirin. Cureyê di çarçoveya seqaya nerm de tê dîtin. Di nasîna curenasî ya Centaurea de taybetmendiyên şêwenasî yên giya, pel, gul û avahiya gulê giring in û divê bi hev re bêne nirxandin. Di lêkolîna birêkûpêk ya cureyên Striyan (Centaurea), navê zanistî yê Centaurea tomentella wekî cureyek ku li hin deverên vekirî yên daristanî, cihên hişk û deverên giyayî tên dîtin, hatiye qeyd kirin. Di cihên daristanî ya jorîn de kêm tê dîtin, lê li hin cihên vekirî dikare bi awayekî herêmî gelek be. Ev agahî giring e, ji ber ku jîngeh dikare di nasîn û belavbûna cureyê de roleke giring bilîze.

Belgekirina Centaurea tomentella li Duhokê

Ji bilî belgeyên komkirina giyayên hişkên wê yên berê, di karê wênegirtina gul û giyayên Kurdistanê ji bo pirtûkên xwe, Kurdîka (Kurdica) û Gulferheng, Flora Kurdistanê, min Centaurea tomentella li deverên cuda yên parêzgeha Duhokê dîtiye û bi wêneyên xwezayî tomarkirine û bi pisporê pileya bilind li zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, Mamoste Selçuk Ertekin, bi dîtina wêne û vidyoyên ku ji gulê min girtibûn, navê zanistî yê cureyê gulê hatiye piştrastkirin. Ev tomarkirinên meydanî ji hêla dîrokî ve giring in, ji ber ku ew demên cuda nîşan didin û belgeyên wêneyî yên nûjen zêde dikin. Wêneyên ku min di van salan de kişandine dê ji bo cara yekem di evê gotarê de bêne parvekirin.

Wêneyên giyanasî tenê wêneyên xweşik yên gulê nînin. Dema ku cih, dîrok û şertên jîngehê jî tên qeyd kirin, wêne dikare bibe belgeyek giring ji bo çavdêriya meydanî. Di vê projeyê de wêneyên Centaurea tomentella yên bi belgeya beşê komkirina giyayên hişk ya sala 1976an re têne danberhevkirina du an zêdetir nimûneyan ji bo dîtina cudahiyên wan. Ev rêbaz dikare nîşan bide ku cureyê di salên cuda de li devera Duhokê hatiye dîtin û çavdêriya wê di navbera nifşên belgekirinê de berdewam kiriye.


Çavkaniyên Bingehîn

  • Handel-Mazzetti, H. (1913), Annalen des Naturhistorischen Museums in Wien 27: 450 — çavkaniya orîjînal a navê Centaurea tomentella.
  • Kew, Plants of the World Online, Centaurea tomentella Hand.-Mazz. — navê pejirandî û çavkaniyên cihê ku nimûneyên giyayan têne komkirin, hişkkirin û parastin.
  • Uysal, İ., Çelik, S. & Özkan, K. (2006). Studies on the germination of an endemic species Centaurea tomentella Hand.-Mazz. Pakistan Journal of Botany 38(4): 983–989.
  • Duran, A., Dinç, M., Martin, E. & Öztürk, M. (2006). Some endemic Centaurea species of Turkish Flora. Proceedings of IV BBC – Sofia, pp. 572–576.
  • Garcia-Jacas et al. (2006). Centaurea Revisited: A Molecular Survey of the Jacea Group.
  • Royal Botanic Gardens, Kew – Herbarium, specimen K002100992, Centaurea tomentella, Maraş–Çardak–Fındık/Göksun, 23.07.1952.

© [Şîlan Doskî], 2026. Hemû maf parastî ne.
Ev berhem di çarçoveya mafê nivîskarî de tê parastin. Kopîkirin, belavkirin, guhartin an ji nû ve weşandin bêyî destûra nivîskarê nayê destûrdayîn.

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0258
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin