Piştî ti çû xew li min herimî ; were lê
Çav li rêya hatina te qerimî ; were lê
Ez qurbane sûmana genimî ; were lê
Careke dî were li min vegerî ; were lê
( 1 )
Ev rûk ji dûrbûna te çelmisîn ; were lê
Rêya te dirêj tire ji dîwarê sîn ; were lê
Dil û mejî herdo bê te sewsîn ; were lê
Li pê re ji evîna te re melisîn ; were lê
( 2 )
Te qad li bin min de hejand ; were lê
Ev dil bi carek î te herişand ; were lê
Tîra ristemê zal te lê kişand ; were lê
Bi wan desta xwê lê reşand ; were lê
( 3 )
Carek e din tu were ba min ; were lê
Ma ne jî te sozek dabû min ; were lê
Ta sax bî tu bimînî li ba min ; were lê
Hêlînê çêbikî li ser kezeba min ; were lê
( 4 )
Koment (0)
Hêşta tu koment nînin