#0244

WELAT

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 01 Sep 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 60 Dîtin
WELAT

Welatê Min Pir Şêrîne

Welatê min pir şêrîne
Cem û Kanî, Dehl û Darin
Ser Dilê min xweş evîne
Nexş ciwane Gund û Şarin

Ewe hêza jena xwînê
Nava Laşê min de bizav
Eşqa dijwar li vê jînê
Kurdistane jêre silav

Ewe warê mey moqedis
Qet em bernadin ji kes ra
Ne Ereb,ne Tirk û Faris
Ne Etaturk û ne Kisra

Tu bingeha me kurdanî
Me li ser danî Can û Xwîn
Dîrokek mêjû me danî
Doza giranî her bimîn

Welatê me kurdistane
Ax pîroze li Cîhanê
Warê Piling û Şêrane
Şop zêrînin bi Îmanê

Qet nakeve welatê min
Her wê bimîne serfiraz
Mêr û merde ev gelê min
Tim mîna teyrên Şah û Baz

Her wê bilind be Ala me
Kesk û Sor û Zer û Sipî
Renge reng be buhara me
Ta yek ji me kurdan hebî

Can û Mal û Xwîn fîdaye
Ji bo te Kurd û Kurdistan
Ev soze ji mêj me daye
Ji çaxê Somer û Mîtan

Best û Newal Cûbarên kûr
Lê rabûn Lehiyên Xwînê
Gul û Nêrgiz,Beybûnên hûr
Pê şîn bûne li vê jîn

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0244
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin