#0004

Şingal : Salimê Rengînê

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 31 May 2026 · 1 min read · 175 views
Şingal : Salimê Rengînê

Şingal

Ji aliyê: Salimê Rengînê


Keris û Bar û Solax bî
Çem û cobarêd te me

Baxçe û bistan û bax bî
Rewşa beharêd te me

Çiya û teht û şax bî
Berfa zinarêd te me

Agir û ba û hem ax bî
Ava li demarêd te me

Bêhal û hem ne sax bî
Dermanê azarêd te me

Civat û agir û ocax bî
Ez mêvadarêd te me

Kelemê dijminê kambax bî
Ez şûr û darêd te me

Dem û dewran û çax bî
Stêrka êvarêd te me

Gund û bajar û tax bî
Kevrek ji dîwarêd te me

Dêras û Qîran û Qiçrax bî
Nîşana kevnewarê te me


Share this article Reference number: #0004
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

comments (0)

No comments yet