Qelem û defter min nas dikin
Ji windabûnê min xelas dikin
Heke rojekê ez çûm û mirim
Ji dojehê dê min derbas bikin
...
pît û peyîan datînim ser deftera
Pê di neqişînim dur û gewhera
medihê didim ji pedşayê xwere
Xwe dûr di kim ji le´net û nifira
...
Ceng û şera qet ez naxwazim
Ez kevok im ne teyîr ê bazim
Ji aşîtyê re ez deng û awazim
Loma ez xêrxwazim dil naz im
...
Carna çend helbesta di nivîsim
Ji tevineke nû re bena di rîsim
Lê ez çi bikim ez dilsist û zîzim
Lome li ber çavêd hina ezî pîsim
...
Ez bi xwe me Salimê Rengînê
Ez kûr di nalim ji êşa vê birînê
Çibikim kes birîna mi nakewînê
Ta saxbim ev kul li dilde dê mînê
comments (0)
No comments yet