#0039

Nexşa evînê dil sar

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 13 Jun 2026 · 1 Xulekên xwendinê · 12 Dîtin
Nexşa evînê dil sar

Nexşa evînê dil sar nake.

Ne min,
Ne tu,
Nexşa evînê ji ber xwe kir
Zivrandina Gerdonê
Dil westand
Çav kor kir
Min di hembêza -Ezê- xwe de
Tu pîrkir
Ketim nav beyabanê de
Ziwabûm
Her mam tihnî
Komek pirs!!!

Yek pirs ji min dûr bû
Gelo Evîn ewe?
Pîrkirin?
Yan. ... lîstikeke?
Dil sojandine?
Yan korikirina mirovan?
Nizanim pênûna min çi navê hildiweşîne?
Nizanim hizira min ber bi çi dizivre?
Kîjan avê di nav tiliyên xwe de diherikîne?
Ez newestiyame!
Bihin tengim!
Pîrbûn!
şahbûna min revand
Di nav helbestan de veşart.
Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0039
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin