#0055

Destpêkek nû

Kurd Diaspora Kurd Diaspora 20 Jun 2026 · 2 Xulekên xwendinê · 33 Dîtin
Destpêkek nû

Li jêr dirûşmê "Parastna nasname û dahênana civakê kurdî li diyasporayê", û bi helkeftna destpêkirna weşana govara (Kurd Diaspora) ewa ku li rêkeftî 2026/5/26 salrojbûna destpêkirna şoreşa Gulanê hatiye ragehandin; desteya kargîriya govarê bi hemahanygî digel "Peymangeha Ararat", li rêkeftî 2026/6/17, çalakiyeka ji hejî li hola peymangehê encamda. ​Birgên çalakiyê pêkhatbûn ji: • ​Peyva Ragirê Peymangeha Teknîkî ya Ararat "P.H.D. Idris Ali Hasan". • ​Peyva sernivîser û rêveberê dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora "Metin Warmeli". • ​Sîminarek li jêr navê (Duhî Şoreş Evro Pêkvejiyan Sube Dewletsazî) ji layê "Abdulaziz Muhsin Barzani". • ​Sîminarek li jêr navê (Suşiyal Mîdya û Bahayên Parastna Şoreşa Gulanê) ji layê "Helkeft Abdulwahid". • ​Ronkirnek li ser beşên websaytê dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora li ser şaşê. • ​Diyarîkirna pertûka xodana îmtiyaza dîjîtal mîdyaya Kurd Diaspora, "Leyla Eskender", ewa binavê "Rêgayi Barzanî" bi ser amadebûyan da. ​Em ji dil supasiya wê pêşwaziya germa xelkê xo dkeyn, ji hemî çîn û toyjan, bi taybet nivîser û rewşenbîr û ekadîmî û qutabiyan, supas bo amadebûna wan, herwesa supasiyeka taybet bo amadebûna kargîr ya tora dilsozên rêbaza Barzanî, birastî em bi dilsoziya wan di serferaz û şanazîn.. ​Kargîriya Dîjîtal Mîdyaya "Kurd Diaspora"

Vê babetê parve bike Hejmara jêderê: #0055
 X Facebook LinkedIn WhatsApp Telegram Reddit Pinterest Email

Koment (0)

Hêşta tu koment nînin